NÛÇEYÊN KURDÎ

MERAL AKŞENER: MASEYA ŞEŞALÎ ÊDÎ ÎRADEYA GEL NÎŞAN NADE

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ragihand, ji bo namzedê serokkomariyê ligel 5 partiyên Hevpeymaniya Millet li hev nekirine.

MERAL AKŞENER: MASEYA ŞEŞALÎ ÊDÎ ÎRADEYA GEL NÎŞAN NADE

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ragihand, ji bo namzedê serokkomariyê ligel 5 partiyên Hevpeymaniya Millet li hev nekirine.

Meral Akşener, piştê civîna ligel berpirs û parlamenterên partiya xwe daxuyanîya çapemenîyê li dar xist.

Akşener di daxuyanîya xwe de wiha got: “Di civîna do de me behsa berbijêrê serokkomariyê yê hevbeş kir. 5 partiyên muxalefetê ligel namzedîya Kilicdaroglû ne. Me ji bo namzedîya serokkomariyê Mansûr Yavaş û Ekrem Îmamoglû pêşniyar kir. Pêşniyarên me yên aqilane ji aliyê wan pênc partiyan ve hatin redkirin. Erka sereke ya li ser milê me, parastina welatê me ye. Maseya 6 alî êdî îradeya gel nîşan nade.”

Meral Akşener bang li Mansûr Yavaş û Ekrem Îmamoglû kir ku di pêvajoya namzedîya serokkomariyê de berpirsiyariyê werbigrin. (rûdaw)

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.