GÜNDEM

MERAL DANIŞ BEŞTAŞ: TENÊ ME LI HEMBERÊ NAVÊ MANSÛR YAVAŞ IN

Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, derbarê namzetê serokkomarîyê yê îhtîmala Maseya Şeş alî de nirxandinek kir.

MERAL DANIŞ BEŞTAŞ: TENÊ ME LI HEMBERÊ NAVÊ MANSÛR YAVAŞ IN

Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, derbarê namzetê serokkomarîyê yê îhtîmala Maseya Şeş alî de nirxandinek kir.

Beştaş ji Radyoya Sputnikê re axivî û dîyar kir ku li ser navê namzetê ku dê ji Maseya Şeş alî derbikeve pirsa wan ne li ser prensîban e. Beştaş, anî ziman ku tenê ew li dijî navê Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş derketin e û wiha got; “Ew tirsonek e, nikare helwestê nîşan bide û em wî wek partî dibînin. Ya ku me heta niha îtîraz kirîye yekane ew jî Mansur Yavaş e. Hilbijêrên HDP'ê wê ti carî bi namzedîya wî bi dilgermî tevnegerin. Ji bo me, ne di hevkêşeyê de ye. Em wisa difikirin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.