NÛÇEYÊN KURDÎ

METEOROLOJÎ JI BO AMED Û ÊLIHÊ HIŞYARÎYA BARANA GUR DA

Ji bo Amed û Êlihê îşev û rojên pêş de hişyarîya barîna barana gur hat dayîn.

METEOROLOJÎ JI BO AMED Û ÊLIHÊ HIŞYARÎYA BARANA GUR DA

Li gor rapora pêşbînîya hewayê ya Midûrîyeta Amedê ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê, îro danê êvarê li navenda Amedê û Erxenî û Licê baran tê pêşbînîkirin û sibê jî baraneke gur bibare.

 

Hat ragihandin ku li herêma me barana ku ji roja çarşemê danê nîvro dest pê bike tê pêşbînîkirin ku li navçeyên Amedê wek Çermûg, Çûngûş, Erxenî, Hezro, Licê, Pîran, Hênê û Pasûrê û li navçeyên Êlihê Hezo û Sasonê barana gur bibare.

 

Di berdewamîya daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku divê li hember neyînîyên wek astengîyên hatûçûnê baldar û hişyar bin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.