GÜNDEM

METEOROLOJÎYÊ DERBARÊ BARÎNA BERFÊ DE GELÊ AMEDÊ HIŞYAR KIR

Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ya Amedê hişyarî da ku wê li Amed, Riha, Şirnex, Êlih, Sêrt û Mêrdînê berfeke zêde bibare.

METEOROLOJÎYÊ DERBARÊ BARÎNA BERFÊ DE GELÊ AMEDÊ HIŞYAR KIR

Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ya Amedê hişyarî da ku wê li Amed, Riha, Şirnex, Êlih, Sêrt û Mêrdînê berfeke zêde bibare.

 Li gorî nirxandinên dawî yên Midûrîyeta Meteorolojîyê ya herêma Amedê, Hat ragihandin ku piştê saetên şevê tê texmînkirin ku li herêmên bakur û bilind ên wek navçeyên Çêrmûg, Çungûş, Erxenî, Hênê, Licê, Pasûr, Hezro, Egil, navçeya Karaz û herêma Karacadagê 20 santîmetre û zêdetir berf bibare. Hişyarî hat kirin ku li hember astengîyên çûnûhatinê yên bi barîna berfa zêde, qeşa, û pûk û borazê baldar û miqatebin. AFAD'ê jî bi armanca hişyarîyê peyam ji welatîyan re bi rê kir û agahî dan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.