NÛÇEYÊN KURDÎ

METEOROLOJÎYÊ JI BO AMED Û RIHAYÊ HIŞYARÎYA ŞILÎYÊ DA

Navenda Texmîn û Hişyarîyê ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ya Amedê ji bo Amed û Rihayê hişyarîya baran û şilîya zêde da.

METEOROLOJÎYÊ JI BO AMED Û RIHAYÊ HIŞYARÎYA ŞILÎYÊ DA

Navenda Texmîn û Hişyarîyê ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ya Amedê ji bo Amed û Rihayê hişyarîya baran û şilîya zêde da.

Midûrîyeta Meteorolojîyê di daxuyanîya nivîskî de ragihandin ku li gor nirxandinên dawî îro 24ê Adarê roja Înê pêla baranê û birûskê wê piştê saetên êvarê tesîra xwe zêde bike û li seranserê Amedê û Rihayê wê bi hêz bibe.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku roja şemîyê li hember neyînîyên wek lehî, birûs û bayê xurt ku tê texmîn kirin heta demjimêrên şevê dewam bike, divê baldar û hişyar bin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.