NÛÇEYÊN KURDÎ

MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ LI MEREŞÊ ZERFA ZER DANÎN BER AKP’Ê: EM Ê DI 31 ADARÊ DE HEV BIBÎNIN

Platforma Mexdûrên Qada Neguncav û Avahîyên Bi Xesarên Navîn li Mereşê çalakîyên xwe didomîne.

MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ LI MEREŞÊ ZERFA ZER DANÎN BER AKP’Ê: EM Ê DI 31 ADARÊ DE HEV BIBÎNIN

 

Welatîyên ku xwestin di bin çavdêrîya Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) de avahîyên xesarên navîn bên lêkolînkirin û sepana "herêma ne guncaw" bên rakirin, duh li ber avahîya Serokatîya AKPê ya Mereşê kom bûn.

Li gorê nûçeya Çagdaş Bayraktar a ji rojnameya Cumhurîyetê, welatîyên ku pankarta "em ê li sindoqê hev bibînin” di destên wan de bû kaxizên hilbijartinê yên ku amade kiribûn û zerfeke zer a bi nivîsa "Em ê di 31'ê Adarê de we bibînin" danîn ber derîyê avahîya AKP'ê ya bajar.

Balkêş bû ku di dema çalakîyê de derîyê avahîya AKP’ê hat girtin û destûr nedan tu kes bikevin hundir. Parêzerek di çalakiyê de axivî û wiha got, “Em niha li ber avahîya AKP’ê ne.

Mafê me yê wergirtina mafan ji destê me tê standin û derîyan digrin û nahêlin kes biçe hundir.” Rêveberekî platformê jî wiha axivî, “Gel îro li vir kom bû. Ji partîya ku bi dengê gel hat ser desthilatdarîyê jî pencereyek venebû. Gel nehesibandin û bersivek jî nedan."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.