NÛÇEYÊN KURDÎ

MEXDÛRÊN MULAKATÊ LI BENDÊ NE KU VEGERIN KARÊN XWE

Li Wanê karkerên ku qeyûm wan ji kar derxistibû, dîyar dikin ku li gel ku 4 caran doza vekiribûn qezenc kirin jî dîsa li kare xwe nehatine vegerandin.

Cara pêşî di sala 2016’an de qeyûm tayînê Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê hatibû kirin. Qeyûm di sala 2018’an de 306 karkerên taşeron neserkeftî hesiband û wan ji kar derxist. Karkeran li dijî qeyûm dest bi têkoşîna hiqûqê kirin.

Li gel ku karkeran 4 caran doza vekiribûn qezenc kirin jî lê li karên xwe nayên vegerandin. Dadgeha Îdareyê ya Herêma Erziromê biryara ku karker vegerin karên xwe erê kir. Piştre gazî karkeran hat kirin ku li şaredarîyê biçin mulakatê.

Di encama mulakata ku hat kirin de, karker neserkeftî hatin hesibandin û negirtine kar.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.