NÛÇEYÊN KURDÎ

MIDÛRÊ PERWERDEHÎYA NETEWEYÎ YA PASÛRÊ RASTÊ TUNDÎYÊ HAT

Şaxa Egîtîm-Bîr-Sen'ê ya Amedê, bertek nîşanê berdana kesên ku Midûrê Şaxa Perwerdehîya Neteweyî ya Navçeya Pasûrê xistibûn, da.

MIDÛRÊ PERWERDEHÎYA NETEWEYÎ YA PASÛRÊ RASTÊ TUNDÎYÊ HAT

Şaxa Egîtîm-Bîr-Sen'ê ya Amedê, bertek nîşanê berdana kesên ku Midûrê Şaxa Perwerdehîya Neteweyî ya Navçeya Pasûrê xistibûn, da.

Hat îdîakirin ku belgeyên kes an jî kesên ku ji bo îhaleya ku ji alîyê Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî ya Navçeya Pasûrê ve bê kirin ji alîyê pergalê ve hatin redkirin.

Kes an jî kesên ku ev rewş qebûl nekir û rayedarên sazîyê sûcdar kirin û Midûrê Şaxa Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Mehmet Cengîz derb kirin. Li ser bûyera lêdana Cengîz, Şaxa Egîtîm Bîr-Senê ya Amedê li ber Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî ya Navçeya Pasûrê daxuyanî da çapemenîyê û dîyar kir ku divê êrîşkar bên cezakirin.

Serokê Şaxa Egîtîm-Bir-Sen'ê ya Amedê Ramazan Tekdemîr dîyar kir ku tundî ji bo xebatkarên perwerdehîyê hema bêje bûye rojeva rojane û wiha axivî, "Ya herî bi êş jî ew e ku kesê tundî li hevalê me yê perwerdekar kir, piştê ku 24 saetan di bin çavdêrîya hêzên ewlehiyê de ma, hat berdan. Ev rewş bi tena serê xwe nîşanek eşkere ye ku karmendên perwerdeyê di jîngeheke ne ewle de û di bin rêgezên qanûnî yên nebaş de erkên xwe bi cîh tînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.