NÛÇEYÊN KURDÎ

“MIDÛRÎYETA VEGUHERÎNA BAJARVANÎYÊ” HAT AVAKIRIN

Di çarçoveya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê de Midûrîyeta Veguherîna Bajarvanîyê hat avakirin.

“MIDÛRÎYETA VEGUHERÎNA BAJARVANÎYÊ” HAT AVAKIRIN

Di çarçoveya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê de Midûrîyeta Veguherîna Bajarvanîyê hat avakirin.

"Biryarnameya Serokkomarîyê ya Derbarê Guherîna Hin Biryarnameyên Serokkomarîyê da" di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket merîyetê.

Li gor qerarnameya ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket merîyetê, Midûrîyeta Giştî ya Xizmetên Binesazî û Veguherîna Bajarvanîyê ku berê di bin kontrola Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê da bû hat betalkirin û li şûna wê Midûrîyeta Veguherîna Bajarvanîyê hat avakirin.

Midûrîyeta Veguherîna Bajarvanîyê wê li herêmên di bin xetereya felaketê de û li erd û zevîyên ku avahîyên bi xetere li derveyê van herêman hene, pêkanînên veguherîna bajaran pêk bîne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.