NÛÇEYÊN KURDÎ

MIFETÎŞ WÊ DI ŞAREDARÎYA KAYAPINARÊ DE LÊKOLÎNAN BIKE

Li Şaredarîya Kayapinarê ku ji alîyê qeyûm ve tê birêvebirin, ji bo lêkolînkirina bêrêtîyê mifetîş hat tayînkirin.

MIFETÎŞ WÊ DI ŞAREDARÎYA KAYAPINARÊ DE LÊKOLÎNAN BIKE

Li Şaredarîya Kayapinarê ku ji alîyê qeyûm ve tê birêvebirin, ji bo lêkolînkirina bêrêtîyê mifetîş hat tayînkirin.

Li gorê nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li Şaredarîya Kayapinarê ya Amedê ku di bin rêveberîya qeyûmê de ye, di îhaleya xîzê ya ku weke malzemeya çêkirina rêyan tê bikaranîn de bêrêtîya 20 mîlyon TL hatîye kirin.

Li gorê agahîyên ku di çapemenîyê de cîh girtin, piştê qeymeqam Arif Karaman wek qeyûm tayînê Şaredarîya Kayapinarê bû, ekîbeke xebatkarên şaredarîyê ku di nav wan de hemwelatîyê wî Anîl Alper jî heye, ku wî weke Midûrê Karên Teknîkî tayîn kiribû û ji Trabzonê îthal kiribû, di îhaleyê de bêrêtî kirine û 20 milyon TL ji xwe re girtine.

Sermifetişê sivîl hat şaredarîyê û hemû belgeyên îhaleyê lêkolîn kir. Piştê xebatên ku mifetiş kirin, tê payîn ku ew ê rewşê ragihîne û pêşkeşê Wezareta Karên Navxweyî bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.