GÜNDEM

ÎMO AMED: DERBARÊ TAMÎRA AVAHÎYAN DE AGAHÎYÊN XELET TÊN PARVE KIRIN

Şaxa Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO)ya Amedê, derbarê mudaxaleya xisarê ya piştê erdhejê de hişyarî da.

ÎMO AMED: DERBARÊ TAMÎRA AVAHÎYAN DE AGAHÎYÊN XELET TÊN PARVE KIRIN

Şaxa Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO)ya Amedê, derbarê mudaxaleya xisarê ya piştê erdhejê de hişyarî da.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Odeya Endezyarên Înşaatê ve hat dayîn de, wiha hat gotin, “Di raya giştî de dezenformasyon hene. Di encama lêkolînên nirxandina xisarê de, di derbarê bihêzkirina avahiyan de gelek pirs ji odeya me re tê pirsîn. Her wiha di raya giştî de agahîyên ne rast û şaş têne parve kirin. Di agahîyên ne rast yên ahite belav kirin de, tê gotin ku tamîrkirina stûnan dikare bi pêçandina qumaşê karbonê were kirin. Hemî pêvajoyên avahî û ne-avahî yên ku bi avahiyê ve girêdayî ne, piştê ku hin destûr û pejirandina pêkanîna projeyê têne wergirtin piştre dikarin bêne kirin.”

Di daxuyaniya ÎMO ya Amedê de rê û rêbazên di pêvajoya bi hêzkirina avahîyan de divê çi bên kirin de jî agahî hatin parvekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.