NÛÇEYÊN KURDÎ

MTEK: DI 3 MEHAN DE 347 KARKER JÎYANA XWE JI DEST DAN

Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (MTEK / ÎSÎG) "Rapora Kuştina Karkeran" a sê mehên ewil ên sala 2022'an eşkere kir. Li gorê raporê di sê mehên ewil ên sala 2022’an de herî kêm 347 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

MTEK: DI 3 MEHAN DE 347 KARKER JÎYANA XWE JI DEST DAN

Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (MTEK / ÎSÎG) "Rapora Kuştina Karkeran" a sê mehên ewil ên sala 2022'an eşkere kir. Li gorê raporê di sê mehên ewil ên sala 2022’an de herî kêm 347 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat diyarkirin ku ji kesên ku di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane 13 karker endamê sendîkayê ne, 334 kes jî ne endamê sendîkayê ne. Di dabeşkirina cînayetên kar de li gor zayendê hat dîyarkirin ku hejmara karkerên jin ên jiyana xwe ji dest dane 25 e, 322 karker jî mêr in. Di raporê de hat dîyarkirin ku di 3 mehên ewil ên salê de 18 karkerên penaber jî jiyana xwe ji dest dane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.