NÛÇEYÊN KURDÎ

NÛÇEGÎHANEK A PALESTINE TV DI BOMBEBARANÊ DE HATE KUŞTIN

Televîzyona fermî ya Filistînê Palestine TV ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser Xan Yûnisê de nûçegihanek û hemû malbata wî jîyana xwe ji dest dane.

NÛÇEGÎHANEK A PALESTINE TV DI BOMBEBARANÊ DE HATE KUŞTIN

Nûçegihanê Televîzyona Filistînê Muhammed Ebû Hetab û hevjîn, zarok û birayê wî di bombebarana Îsraîlê ya li ser Xan Yunusê de jîyana xwe ji dest dan.

 

Hevalê Ebû Hetab Selman Beşîr dema nûçeya mirina hevalê xwe di weşana zindî de dida bi hêsirên xwe negirt û got, "Ev êlekên ku em li xwe dikin, parastina wan tine. Tu qîmeta van kaskan tine.

Tu rojnamegeran naparêz e. Em yek bi yek jîyana xwe ji dest didin.

Hevalê me Mihemed Ebû Hetab, berîya nîv saetê li vir di weşana zindî de bû. Niha ew, hevjîna wî, kurê wî û birayê wî, jîyana xwe ji dest dan."

 

Di nûçeyê de hat ragihandin ku rojnamevan Ebû Hetab di dema êrîşê de li ser kar bû û rojane derbarê êrîşên Îsraîlî de li ber Nexweşxaneya Tibbî ya Nasir a Xan Yûnisê daxuyanî da û saetek berîya mirina xwe pêşkêşîya xwe ya dawî li ber nexweşxaneyê kir.

Li gorê Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê, bi mirina Ebû Hetab re hejmara rojnamevanên ku ji 7'ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê de jîyana xwe ji dest dane, derket 27'an.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.