NÛÇEYÊN KURDÎ

NAMZEDÊ ÇEPÊN KESK DERBARÊ WEZÎR SOYLÛ DE GILÎYÊ SÛC KIR

Namzetê Parlamenterîyê yê Partîya Çepên Kesk a Kocaelîyê Omer Farûk Gergerlîoglû, derbarê Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû yê ku hilbijartinên 14'ê Gulanê weke "derbe" bi nav kiribû, serlêdana sûc kir.

Gergerlîoglû di serlêdana sûc a li Serdozgerîya Komarê ya Kocaelîyê kir de wiha got: “Gûmanbarê ku Wezîrê Karên Navxweyî ye dibêje heger Recep Tayyîp Erdoğan serokkomarîyê ji dest bide û AKP û MHP piranîya parlementoyê winda bikin, ew ê encamên hilbijartinan ên partîyên muxalefetê yên ku wê piranîya parlamentoyê bi dest bixin qebûl neke û ji bilî Recep Tayyîp Erdogan jî tu serokkomarên din nas nek e.

Gergerlioglu piştî serlêdana sûc li ber edlîyeyê daxuyanî da. Soylu destnîşan kir ku Soylu hewl dide derbeyê li hilbijartinan bide û wiha got: "Wî şaşitî, sosretî kir ku hilbijartinên 14ê Gulanê yên di çarçoveya makeqanûnê de hatin îlankirin wek darbeyeke sîyasî bi nav kir. Ev daxuyanî nayên qebûlkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.