NÛÇEYÊN KURDÎ

NAN LI FIRINÊN AMEDÊ 6 TL YE LÊ LI MARKETAN 16 TL

Serokê Yekîtîya Odeyên Esnaf û Dikandarên Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglu derbarê buhaya nanê ku li marketekî neteweyî li gor firinên Amedê 3 qat zêde tê firotin de daxuyanî da.

Ebedînoglu da zanîn ku rojnamevanekî telefonê wî kirîye û jê re gotiye “Nanê ku dikandarên me yên nanpêjxaneyê li Amedê bi 6 TL’yan difiroşin li marketên zincîr bi 16 TL tê firotin.” Li ser vê mijarê Edebedînoglu daxuyanîyek da û wiha got; “Piştê ku me li ser vê babedê lêkolîn kir û piştrast kir, min bi fatûreya nanê ku me kirî ji sazîyên pêwendîdar re şand. Ez radigihînim ku ez li dijî hemû supermarketên zincîr im. Marketên zincîr di hewldanek da ne ku dikandar û esnafên me kar û barên wan bi dawî bînin. Lê em li hemberê wan berxwe didin û emê van bûyeran bişopînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.