NÛÇEYÊN KURDÎ

NATO JI BO ‘AGIRBESTA DEMKΔ BÊ DIRÊJ KIRIN BANG KIR

Stoltenberg ji bo 'agirbesta demkî' ya Îsraîl û Hamasê bê dirêjkirin bang kir. Qatar jî şandeyek şand Îsraîlê ku agirbest bê dirêjkirin.

NATO JI BO ‘AGIRBESTA DEMKΔ BÊ DIRÊJ KIRIN BANG KIR

Di dema ku dihat payîn ku ‘agirbesta demkî’ ya 4 roj a di navbera Îsraîl û Hamasê de îro biqede, ji NATOyê bangeke balkêş hat.

 

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di daxuyanîya xwe ya îro de got, "Ez bang dikim ku 'rawestana mirovî' ya li Gazeyê bê dirêjkirin. Ev yek wê misoger bike ku alîkarîyên ku ji xelkê Gazeyê re pir pêwîst in wê bigîhîje wan û gelek dîl bên berdan."

Qatar jî yê ku şandeyek şand Îsraîlê, daxwaza dirêjkirina agirbestê kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.