NÛÇEYÊN KURDÎ

NAVÊN HEVSEROKÊN NÛ YÊN HDPÊ EŞKERE BÛN

Navên Hevserokê Giştî yê nû yê di kongreya HDP'ê de bê hilbijartin, hatin eşkerekirin.

NAVÊN HEVSEROKÊN NÛ YÊN HDPÊ EŞKERE BÛN

Navên Hevserokê Giştî yê nû yê di kongreya HDP'ê de bê hilbijartin, hatin eşkerekirin.

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li dijî metirsîya girtinê wê hemû xebatên xwe radestî Partîya Çepên Kesk bike, wê di kongreya ku dawîya hefteyê li Enqereyê bê lidarxistin de biryara xwe bigire.

Di kongreyê de wê Hevserokatî jî bê hilbijartin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dîyar kirin ku ew ê di kongreyê de nebin namzet.

Hat hînbûn ku ji bo Hevserokatîya MYKya HDP’ê li Sûltan Ozcan û endamê MYKya Partîya Çepên Kesk li Cahît Kirkazak pêşnîyara hevserokatîyê hatîye kirin. Hat zanîn ku herdû kesan jî ev pêşnîyarî qebûl kirî ye.

Di kongreya ku wê di 27’ê Tebaxê roja Yekşemê di saet 10:00’an dest pê bike, wê hevserokatîya her kesan jî, ji raya giştî re bên eşkerekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.