NÛÇEYÊN KURDÎ

NAVENDA WÊ AMED LI 11 BAJARAN OPERASYONA SEXTEKARÎYA SÎBERÊ

Di operasyona sextekarîya sîber a ku navenda wê Amed, li 11 bajaran hat lidarxistin de 20 kes hatin girtin.

NAVENDA WÊ AMED LI 11 BAJARAN OPERASYONA SEXTEKARÎYA SÎBERÊ

Di operasyona sextekarîya sîber a ku navenda wê Amed, li 11 bajaran hat lidarxistin de 20 kes hatin girtin.

Ekîbên Tekoşîna Dijî Sûcên Sîberê yên Midûrîyeta Emnîyetê ya bajarê Amedê di hawîrdora sanal de 20 kesên bi nasnav bi hev re têkilî danîbûn tespît kirin.

Ekîbên polêsan ên ku nasnameya kesên di koma hackeran da tesbît kirin, li 11 bajaran operasyon dan destpêkirin û di serdegirtinên hemwext de 20 şikbar hatin girtin. Ekîban li navnîşanên dîyarkirî dest danîn ser gelek telefonên destan, kompîtur û malzemeyên dîjîtal.

Hat dîyarkirin ku bersûcan bi taybetî rayedarên payebilind ên cemawerîyê yên xwedî rayeyên berfireh hedef girtine. Hat tespîtkirin ku nasname, navnîşan û agahîyên qerta kredîyê ya 85 milyon kesî hatîye desteserkirin û ev agahî ji sextekaran re hatîye firotin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.