NÛÇEYÊN KURDÎ

“NE BI JETÊ ÇÛNA AMEDÊ, BI MAŞÎNEYA FEZAYÊ BIBIN MARSÊ JÎ WÊ REWŞ NEGUHERE”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, der barê çûna xwe ya Amedê ya ji bo serdana bavê xwe de wiha got, "Ez baş dizanim ku ev yek ancax bi erêkirina Serokomar dikare pêk were."

“NE BI JETÊ ÇÛNA AMEDÊ, BI MAŞÎNEYA FEZAYÊ BIBIN MARSÊ JÎ WÊ REWŞ NEGUHERE”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, der barê çûna xwe ya Amedê ya ji bo serdana bavê xwe de wiha got, "Ez baş dizanim ku ev yek ancax bi erêkirina Serokomar dikare pêk were." Demîrtaş ê ku bi rêya parêzerên xwe ji girtîgehê bersiv da pirsên nivîskarê Halk TV Îsmaîl Saymaz, wiha got; "Digel ku hemû tiştên qewimîne hêj di hişan zindîye û neheqî û bêhiqûqî ji her ku diçe zêde dibe, ew ne ku bi jetê min bibin Amedê, bi maşîneya fezayê min bibin Marsê jî wê rewş neguhere.” Li ser pirsa Saymaz ya ku divê “Serdana te ya Amedê çawa derbas bû” Demîrtaş wiha bersiv da, “Ev ji bo min jî û ji bo wî jî moralek mezin bû. Çar damarên dilê wî xetimîn e, emeliyat tê pêşnîyarkirin. Bi qasê 15 deqeyan doktoran derbarê rewşa tenduristîya bavê min de ez agahdar kirim.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.