NÛÇEYÊN KURDÎ

NEHIŞTIN NAMZETÊN EGÎTÎM-SEN’Ê TÊKEVIN MECLÎSÊ

Namzetên Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehîyê (Egitîm Sen) ji bo îmzeyên ku ji bo betalbûna Qanûna Pîşeyî ya Mamostetîyê (OMK) berhev kiribûn pêşkêşî Meclîsê bikin, xwestin herin Meclîsê, lê ew hatin astengkirin.

Kedkarên Perwerdehîyê ku li Çankayayê xwestin werin gel hev bi hinceta Meclîs ji bo mêvanan girtî ye nehiştin têkevin hundir. Hat dîyar kirin ku ji ber Meclîs bi Serokatîya Mûstafa Şentop bi danişîna taybet û sala nû ya qanûndanînê bê vekirin, nehiştin mêvan têkevin Meclîsê. Her wiha hat dîyar kirin ku endamên sendîkayê ku xwestin li ber Meclîsê daxuyanî bidin polîs destûr neda vê yekê. Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Nejla Kûrûl bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Meclîs digel îtîrazên partîyên mûxalefet vê qanûnê erê kir. Em ji bo ku ev qanûn betal be li vir in. Li meclîsê parlamenterên me hene lê nikarin bibin gel.” Daxuyanî piştî çalakîya rûniştinê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.