NÛÇEYÊN KURDÎ

NERAZÎBÛNÊ LI DIJÎ YASAYA SOSYAL MEDYAYÊ

Li parlamentoyê, herdu madeyên ewil ên "yasaya sansurê" hatin qebûlkirin û Nûnerên Rêxistinên Pîşeya Ragihandinê yên Tirkiyê jî li nav parlamentoyê bi maskeyên reş nerazîbûnê li dijî yasaya sosyal medyayê nîşan dan.

NERAZÎBÛNÊ LI DIJÎ YASAYA SOSYAL MEDYAYÊ

Bi destpêkirina heyama nû ya Parlamentoya Tirkiyê, ku 1ê Cotmehê bi beşdariya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan hat vekirin, nîqaşên derbarê “projeyasaya sosyal medyayê” de tundtir bûn.

Partiyên desthilatê AK Partî û MHP dibêjin bi vê yasayê li ser medya înternetê û sosyal medyayê hin guhertin û sererastkirinan bikin û pêşî li nûçeyên derew û dezenformasyonê bigrin. Lê opozîsyon dibêje, ev yasa bi xwe re sansur û otosansurê tine û rê li ber karê rojnamevanan û ragihandinê digire û ji bo bêdengkirina xelkê ye.

Eger yasaya sosyal medyayê li parlamentoyê bê qebûlkirin, dê li gor yasayê rojnamevan û kesên li ser sosyal medyayê parvekirinan dikin; dikarin ji salekê heta 3 salan bi cezaya girtîgehê bên cezakirin. Eger parvekirin bi navekî nihênî yan li ser navê rêxistinekê bê kirin, dê ceza bi qasî nîvê cezayê hatiye dayîn bê zêdekirin. Eger platformên sosyal medyayê yên weke Twitter, Facebook û Youtube û yên din di dema xwestî de bersiva daxwazên saziyên hikûmetê nedin dê cezaya pereyan li wan bê birîn. Her wiha wê kesên nûçeyên astengkirî parve bikin an şiroveyan li bin binivîsînin bên cezakirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.