NÛÇEYÊN KURDÎ

NETANHAYU JI PIRSA AGIRBESTÊ RE: NIHA DEMA ŞER E

Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê ku di roja 25emîn de berdewam dike, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu dîyar kir ku Îsraîl bangên agirbestê qebûl nake û got, "Niha dema şer e.

NETANHAYU JI PIRSA AGIRBESTÊ RE: NIHA DEMA ŞER E

Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê ku di roja 25emîn de berdewam dike, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu dîyar kir ku Îsraîl bangên agirbestê qebûl nake û got, "Niha dema şer e.

" Xaniyên li derdora Nexweşxaneya Endonezyayê ya li bakurê Gazeyê, Nexweşxaneya Qudsê ya li rojavayê bajêr ku ji alîyê Heyva Sor a Filistînê ve tê birêvebirin, Nexweşxaneya Ewropayê ya Gazeyê li başûr û Nexweşxaneya Dostanîya Tirkîye û Filistînê bûn hedefa balafirên Îsraîlê.

Wezareta Tenduristîyê ya ku li Gazeyê di bin kontrola Hamasê de ye ragihand ku ji 7ê cotmehê vir va hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê da jîyana xwe ji dest dane derket 8 hezar û 306an. Hat dîyarkirin ku ji kesên hatine qetilkirin 3 hezar û 457 zarok, 2 hezar û 136 jin û 480 jî extîyar in.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu li ser banga agirbestê ya welatên cuda yên li Gazeyê ya dorpêçkirî got, "Îsraîl, kê li alîyê wan be bila bibe, wê vî şerî bidomîne." Netanyahu li ser pirsa gelo li hemberê kêmbûna piştgirîya gelê Îsraîlê ya ji bo wî, ew ê îstifa bike yan na re wiha bersiv da, "Tişta ku ez dixwazim bikim ew e ku Hamasê îstifa bikim, em ê wan bişînin çola dîroka Îsraîlê.

Ev fikra hevpar a tevahîya welat e. Em wek welat piştgirîyê didin artêş, leşker û îstixbarata Îsraîlê.” Netanyahu gotina ji Încîlê ya "Dema aştîyê heye û dema şer heye" bi bîr xist û wiha got: "Niha dema şer e."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.