NÛÇEYÊN KURDÎ

NETANYAHU, PEVGUHERTINA ESÎRAN Û AGIRBESTÊ RED KIR

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu pêşnîyara pevguhertina esîran û agirbesta ku ji sê qonaxan pêk tê û ji alîyê Hamasê ve hat qebûlkirin, red kir.

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê di meha xwe ya 5emîn de dewam dikin, Îsraîl ji pêşnîyara Hamasê ya ji bo pevguhertina esîran û agirbesta sê qonax, ku her yek 45 roj dewam dike re bersiv da.

Netanyahu pêşnûmeya Hamasê red kir û got ku wan ferman daye artêşê ku xwe ji bo êrîşa li ser herêma Refahê ya ku Filistînîyên ji Gazeyê koçber bûne, xwe amade bikin û axaftina xwe wiha domand, "Em ê serketinê bi dest bixin. Ev yek wê bi salan neqewime, wê bi mehan biqewime. Ji bilî serkeftina tam vebijêrek tine. Artêşa Îsraîlê wê li Gazeyê çalakîya xwe bidomîne."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.