NÛÇEYÊN KURDÎ

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ: HEJMARA KOÇBERAN JI 100 MÎLYONÊ DERBAS KIR

Neteweyên Yekbûyî (UN) daneyên di derbara koçberan de parve kir.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ: HEJMARA KOÇBERAN JI 100 MÎLYONÊ DERBAS KIR

Neteweyên Yekbûyî (UN) daneyên di derbara koçberan de parve kir.

Li gor rapora ku Komîserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) parve kir, ji Gulana 2022an pê ve hejmara penaberan ji 100 mîlyonê derbas kir. Di raporê de, Tirkîye bi 3 mîlyon û 800 hezar penaber, weke welatê herî zêde penaber lê dijîn, di rêza yekemîn de ye. Di raporê de hat dîyarkirin ku ji ber êrîşa leşkerî ya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê û krîzên ku li deverên cuda yên dinyayê tên jiyîn, roj bi roj hejmara kesên ku neçar man malên xwe terk bikin zêde bûn.

Li gor raporê, heta dawîya sala 2021’an hejmara kesên ku ji ber şer, tundî, zext û binpêkirina mafên mirovan koçber bûne li gor sala borî, ji sedî 8 zêde bûye û gihiştiye 89 mîlyon û 300 hezarê. Hat dîyarkirin ku 27 mîlyon û 100 hezar ji wan, di statûya penaberîyê de ne. 53 mîlyon û 200 hezar ji wan, ji cih û warên xwe bûne û 4 mîlyon û 600 hezar jî daxwaza penaberîyê kirine. 4 mîlyon û 400 hezar Venezuelayî jî li dervayê welêt koçber bûne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.