NÛÇEYÊN KURDÎ

NEWROZA AMEDÊ ÎSAL JÎ BI COŞEKE MEZIN HAT PÎROZKIRIN

Welatîyên li derveyî bajêr û navçeyê dijîn, ji demjimêrên danê sibehê ve herikîn Newroza Amedê.

NEWROZA AMEDÊ ÎSAL JÎ BI COŞEKE MEZIN HAT PÎROZKIRIN

Welatîyên li derveyî bajêr û navçeyê dijîn, ji demjimêrên danê sibehê ve herikîn Newroza Amedê.

Girseya ku ji gelek deverên bajêr hatin herêmê, di 5 cîyên lêgerînê re derbas bûn û gîhaştin qada Newrozê. Ji ber erdheja ku di 6ê Sibatê de pêk hat û bandor li 11 bajaran kir, her sal di Newrozê de hejmara kesên ku digihêjin bi milyonan kesan, îsal kêm bû.

AMED NEWROZ 2023 VİDEO

Gel ên ku ketin qada Newrozê, gelek caran dirûşmeyên "Bijî Newroz" û "HDP rûmeta me ye" berz kirin. Ekîbên def û zurna ku her sal tên herêmê, îsal ji ber karesata erdhejê nehatin herêmê.

Li Amedê agirê Newrozê yê 2 hezar û 635'an hat pêxistin. Di dema pêxistina agirê Newrozê de dirûşme û tilîlî ji qadê bilind bûn. Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di pîrozbahîya Newrozên borî de hatibû qetilkirin, ji alîyê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Berdevka Partîya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Sîyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ve li cihê ku lê hate gulebarankirin bi qurnefîlan hat bîranîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.