NÛÇEYÊN KURDÎ

NEXWEŞÊ ALZHEIMERÊ FAZIL BAT MIRÎ HATE DÎTIN

Li navçeya Çinarê nexweşê Alzheimerê yê 75 salî Fazil Bat ku 4 roje winda bû, mirî hat dîtin.

NEXWEŞÊ ALZHEIMERÊ FAZIL BAT MIRÎ HATE DÎTIN

Fazil Bat ê ku li Gundê Taxa Belenlîya navçeya Çinarê ya Amedê di Xanîyên Komelê yên Acikuyu de dijî, 4 roj berê di saetên sibê de ji malê derket û careke din tu agahî jê nehat girtin. Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD, ANDA û cendirmeyan dest bi lêgerînê kirin.

Di encama lêkolînan de cenazeyê Fazil Bat Li Taxa Încîrtepeyê li dewerek bi qamîş hat dîtin. Piştê lêkolîna li cîhê bûyerê cenazeyê Fazil Bat ji bo otopsîyê birin Sazîya Tiba Edlî ya Amedê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.