NÛÇEYÊN KURDÎ

NIFUSA SÛR’Ê WÊ DI 19Ê MIJDARÊ DE 3 SAET VEKIRÎ BE

Walîtîya Amedê daxuyand ku ji ber Ezmûna Têketinê ya Personelên Akademîsyen û Perwerdeya Lîsansê ya sala 2023an (2023ALES/3) ku wê di 19ê mijdarê da bê kirin, li bajêr Midûrîyeta Nifûsê wê 3 saetan vebin.

Walîtîya Amedê derbarê mijarê daxuyanîyeke nivîskî da û wiha hat gotin; "Ji bo namzedên ku wê di 19ê Mijdarê roja Yekşemê de beşdarê Ezmûna Têketinê ya Personelên Akademîsyen û Perwerdeya Lîsansê ya sala 2023an bibin û nasnameya wan an jî

Nasnameya Komara Tirkîye winda kirine û dixwazin ji nû ve bigirin, namzedên ku ‘Belgeya Ketina Ezmûnê’ û yek (1) wêneyê biyometrîk bi xwe re tînin, wê 'Belgeya Nasnameyê ya Demkî' ya ku heta ku karteke nû dernekeve, bê dayîn.

Midûrîyeta Nifûsê ya Navçeya Sûrê wê 19ê Mijdara 2023an roja Yekşemê saet di navbera 07:00-10:00an de wê ji bo danasînê vekirî be."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.