NÛÇEYÊN KURDÎ

NIŞTECÎYÊN DÎYAR GALERÎAYÊ DEST BI ÇALAKÎYÊ KIRIN

Welatî û dikandarên ku li navenda kar û sîteya Diyar Galeria ya ku li ser Kolana Elezîzê ya navçeya Yenîşehîra Amedê ye û di erdhejê de nîvê wê hilweşiya, ji bo eşyayên xwe yên taybet daxuyanî dan.

Serpîl Kaydal li ser navê şêniyên avahiyê û esnafan daxuyanî da û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û wiha got: “Me eşyayên xwe negirtin, em bi pijamayên xwe daketibûn. Em weke şêniyên avahiyan û esnaf dixwazin ku derfet ji me re bê dayîn. Bila zerar were tesbîtkirin, wextê me yê seknê tune ye. Em li cem xizmên xwe mêvan in. Mal û hebûna esnafan di hundurê avahîyê de man. Esnaf berê di pandemiyê de zehmetiyan kişandibûn. Divê ev pirsgirêk dubare nebin.”

Kaydal, da zanîn ku beriya niha li ser mijarê bi walîtiyê re hevdîtin pêk anîne, lê heta niha bersiva wan nehatîye dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.