NÛÇEYÊN KURDÎ

NIŞTECÎYÊN GUND LI BER DSÎ DAXUYANÎ DAN: DSÎ MAFÊ NADIN ME!

Gundîyên ku berîya 13 salan ji ber zevîyên wan ên ji alîyê Karên Avê ên Dewletê (DSÎ) ve hatibûn îstîmlaqkirin, mexdûr bûbûn, li ber DSÎ daxuyanî dan çapemenîyê û xwestin ku zevîyên gund li wan re bê îade kirin.

Erdê Gundê Dokuzçeltîkê yê Amedê 13 sal berê ji bo kanala avê ya di çarçoveya GAP'ê de hatibû çêkirin, ji alîyê DSÎ ve hatibû îstîmlaqkirin. Di berdêla vê yekê de li gundekî din milkê tapûkirî dabûn gundîyan. Paşê tapûyên erd û milkê ku dabûn wan hatibû betal kirin û  zevîyên ku berê hatibûn desteserkirin ku qenala avê di ser re derbas dibû ji gundîyan re hat îade kirin. Ji mexdûran Zulkuf Guzel, bi bîr xist ku 13 sal berê di çarçoveya GAP’ê de kanalên avê di erdên Gundê Dokuzçeltikê re derbas kirine û wiha got: “Ji ber vê yekê erdên li gundekî din ku wek berdêl dabûn me, tapoyên wan hatin betalkirin. Ji ber vê yekê jî em hewl didin dengê xwe bidin bihîstin, em çûn ber walîtîyê, lê me encamek bi dest nexist. Em niha mexdûr in, em çareserîyê dixwazin. Em cotkar in, em belgeyên ku ji alîyê dewletê ve ji me re hatîye dayîn dixwazin. Em dixwazin zevîyên me yên ku dewletê dest danîye ser li me bên vegerandin. Me li kîjan derî xist jî, me çareserî nedît. Divê dewlet me biparêze. DSÎ mafê me nade me.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.