NÛÇEYÊN KURDÎ

ODEYA TABÎBAN A AMEDÊ: BILA DR. YILMAZ DEMÎR SERBEST BÊ BERDAN

Odeya Tabîban a Amedê civîneke çapemenîyê li dar xist û xwest Sekreterê wan ê Giştî yê berê bijîk Yilmaz Demîr ne girtî bê darizandin.

ODEYA TABÎBAN A AMEDÊ: BILA DR. YILMAZ DEMÎR SERBEST BÊ BERDAN

Odeya Tabîban a Amedê civîneke çapemenîyê li dar xist û xwest Sekreterê wan ê Giştî yê berê bijîk Yilmaz Demîr ne girtî bê darizandin.

Di daxuyanîyê de Serokê Odeya Tabîban a Amedê bijîk Elîf Tûran wiha got; "Bijîk Yilmaz Demîr ê têkoşerê mafê tenduristîya gel, di 26'ê cotmehê de li navenda tenduristîyê ya malbatî ku di heyama li nexweşan dinihêrî, jê re gotin “divê tu were îfadeyê” û hat binçavkirin. Ji teref mehkemê ve bêyî îfadeya li dozgeriyê hat girtin.” Tûranê, anî ziman ku “Girtina Demîr digel îtîrazên parêzer, Dadgeha Bilind, Destûra Bingehîn û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî berdewam dike. Yilmaz Demîr zêdetirî mehekê ye ji azadîya xwe, ji kar û xebatên ê xwe, ji nexweş û hezkirîyên xwe hatîye dûrxistin.” Her wiha Tûranê got, “Em daxwaz dikin ku darizandina ku bêbinî û bê delîl bi dawî bibe û sûcdarîya bêbingeh a der barê hevrêyê me de bê betalkirin û serbest bê berdan."  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.