NÛÇEYÊN KURDÎ

OHD DI NOBEDA EDALETÊ YA MALBATA ŞENYAŞAR DE YE

Şaxa OHD’ê ya Rihayê, piştgirîya Nobed’ê ya Edaletê ya malbata Şenyaşar kir. Çalakîya Nobedê ya Edaletê ya malbata Şenyaşar ku li pêşîya Edlîyeyê ya Rihayê daye destpêkirin di roja 529’emîn de berdewam dike.

Dayik û kurê wê ku ji 8’ê Tebaxê ve ye rûniştina li ber edlîyeyê ji wan re hatîye qedexekirin, rastê gefên polîsan hatin. Dû re malbatê li qada ku weke “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” tê binavkirin bi endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) re dest bi nobedê kirin. Ji rêvebirên Şaxa OHD’ê ya Rihayê Sedat Altûndag dîyar kir ku Serdozgerîya Komarê ya Rihayê ji çalakîya rûniştinê ya malbatê ya li pêş edlîyeyê qedexe dike û wiha got: “Çalakîya malbatê ne sûc e. Malbat bi awayekî aştîyane çalakîya rûniştinê pêk tîne.” Her wiha Altûndag dîyar kir ku ew ê wek OHD’ê li gel malbatê bin û wiha axaftina xwe domand: “Daxwazên malbatê hê berdewam in. Yekane daxwaza malbatê heye ew jî pêkanîna edaletê ye. Di roja 529’emîn de em dîsa ji bo piştgirîyê li cem malbatê ne.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.