NÛÇEYÊN KURDÎ

OLÛÇ: WÊ NAVÊ PARTÎYA ÇEPÊN KESK WERE GUHERTIN

Alîkarê Serokê Koma Partîya Çepên Kesk Saruhan Olûç dîyar kir ku wê navê partîyê, hevserok û qanûn jî bên guhertin.

OLÛÇ: WÊ NAVÊ PARTÎYA ÇEPÊN KESK WERE GUHERTIN

Alîkarê Serokê Koma Partîya Çepên Kesk Saruhan Olûç dîyar kir ku wê navê partîyê, hevserok û qanûn jî bên guhertin.

Oluç, pirsên Ahmet Ayva yê ji Artî TVyê bersivand û dîyar kir ku wê di kongreyê de nav, qanûn û hevserokên Partîya Çepên Kesk bên guhertin. Oluç dîyar kir ku cara ewil navê partîyê wê bê guhertin û wiha got, "Em ê di meha Îlonê de kongreya xwe ya mezin a awarte li dar bixin. Bi wê kongreyê hem di rêveberîya partîyê de hem jî di nava hevserokatîyê de guhertin çêdibin. Wê di qanûnên partîyê de guhertin çêbibin. Eger heyeta kongreyê helwesteke berevajî nîşan nede, wê di nava navê partîyê de guhertin çêbibe û em ê dest bi hilbijartina herêmî bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.