NÛÇEYÊN KURDÎ

OPERASYONA LI 5 BAJARAN KU TÊ DE AMED JÎ HEYE 17 KES HATIN BINÇAV KIRIN

Li 5 bajarên ku navenda wan li Stenbolê ye û Amed jî di nav de, li dijî kesên ku bi îdîaya sivareyên luks ên ji derveyê welêt anîne û firotina wan dikin, operasyon hat lidarxistin

OPERASYONA LI 5 BAJARAN KU TÊ DE AMED JÎ HEYE 17 KES HATIN BINÇAV KIRIN

Li 5 bajarên ku navenda wan li Stenbolê ye û Amed jî di nav de, li dijî kesên ku bi îdîaya sivareyên luks ên ji derveyê welêt anîne û firotina wan dikin, operasyon hat lidarxistin. Di şopandina teknîk û fizîkî ya ekîbên Midûrîyeta Polîsan de, li Stenbol, Enqere, Samsun, Amed û Amasyayê operasyonên hemwext hatin kirin. Di serdegirtinên li 24 mal û kargehên cuda de, ji 22 gumanbarên ku hatibûn tesbîtkirin, 17 kes hatin girtin. Di lêgerînan de hat dîyarkirin ku 5 sivareyên luks hatin qefaltin, li 2 sivareyan jî lêgerîn hat kirin. Tê texmînkirin ku di 5 sivareyên luks ên ku hatine desteserkirin de, 15 mîlyon lireyî zirara dewletê heye. Di çarçoveya lêpirsînan da, çekek û gelek belgeyan ku di firotina neqanûnî ya sivareyên luks de tên bikaranîn hatin bidestxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.