GÜNDEM

OSB YA AMEDÊ JI BO HERÊMA ERDHEJÊ DEST BI HILBERÎNA KONAN KIR

Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (OSB) ji bo herêma erdhejê dest bi hilberîna konan kir.

OSB YA AMEDÊ JI BO HERÊMA ERDHEJÊ DEST BI HILBERÎNA KONAN KIR

Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (OSB) ji bo herêma erdhejê dest bi hilberîna konan kir.

Serokê OSB'ê yê Amedê Mustafa Fîdan, dîyar kir ku ji bo welatîyên di erdhejê de malên xwe winda kirine, heta ji destê wan tê ew ê konan hilberînin û destnîşan kir ku ew konên ku çêdikin bê pere belav dikin. Fîdan wiha got, “Em nizanin em ê hilberîna konan heta çi wextê berdewam bikin, lê heta ji destê me tê em ê hewl bidin. Mezinahîya konên me di navbera 18 çarmetir de diguhere û dikare 9 an 10 kesan bi rehetî tê de bihewîne. Weke Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê em vê yekê bi temamî bêpere dikin. Ji bo herêma erdhejê, bi taybetî ji bo Semsûr û Mereşê em hejmareke zêde konan dişînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.