GÜNDEM

OSYM’Ê BERÎYA EZMÛNA YKSÊ HIŞYARÎ DA XWENDEKARAN!

Berîya ezmûneya Sazîyên Xwendina Bilind (YKS) ji alîyê Navenda Hilbijartin û Bicîkirinê ya Xwendekaran (ÖSYM) ve hişyarîyên dawî hatin kirin.

OSYM’Ê BERÎYA EZMÛNA YKSÊ HIŞYARÎ DA XWENDEKARAN!

Berîya ezmûneya Sazîyên Xwendina Bilind (YKS) ji alîyê Navenda Hilbijartin û Bicîkirinê ya Xwendekaran (ÖSYM) ve hişyarîyên dawî hatin kirin.

3 milyon û 527 hezar û 466 namzedan ji bo ezmûna ku di 17 û 18ê Hezîranê wê di 3 rûniştinan de bên kirin, serlêdan kirin e.

Li gor rêbernameya ku ji teref OSYMê ve hatîye weşandin de xalên ku divê namzed bala xwe bidinê û lê miqatebin hatine weşandin.

Li gor daxuyanîya OSYMê di heyama ezmûnê de divê namzed, hevdû texlîd nekin û di berxwe de nepeyivin.

Her wiha divê ji memûrên li salonê pirsan nepirsin, xwestina qelem an tişteke din ji yên li kêleka xwe û tevgerên ku rêza ezmûnê xera bikin qedexe ye.

Her wiha hat dîyarkirin ku kesên di wextê xwe de neyê, wê wan nexin hundur heywana ezmûnê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.