NÛÇEYÊN KURDÎ

OSYM: E-YDS WÊ 20Ê ÇILE LI 4 BAJAR BÊN LIDARXISTIN

Yekemîn Îmtîhana Zimanên Bîyanî ya Elektronîk (e-YDS) ya sala 2024an a ku wê ji alîyê Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicîkirinê (OSYM) ve bê birêvebirin, wê sibê bê kirin.

Li gor daxuyanîya OSYMê li Enqere, Stenbol, Îzmîr û Edeneyê e-YDS wê li 47 salonan bê lidarxistin û 5 hezar û 83 namzed beşdarê îmtîhanê bibin. Îmtîhana ku wê bi zimanê Îngilîzî bê kirin wê 20ê Çile saet di 13:45 de dest pê bike. Ji bo 80 pirsan bibersivînin wê 180 xulek ji namzetan re were dayîn.

Di îmtîhana ku wê di saet 16:45an de biqede, namzedên ku guncav tê dîtin ku ji wan re wextê zêde were dayîn wê karibin 30 xulek dema zêde ya astengdaran bikar bînin. Di roja îmtîhanê de ji bo namzedên ku nasnameya xwe winda kirine, nasnameya wan tune ye, di karta nasnameyê de nimreya nasnameyê û wêneyê wan tune be, rêveberiya nifûsê ya bajar û navçeyan wê vekirî bimînin

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.