NÛÇEYÊN KURDÎ

OSYM JI BO EZMÛNÊN WÊ LI HERÊMA ERDHÊJÊ BÊ KIRIN DAXUYANÎ DA

Serokê Navenda Hilbijartin û Bicihkirinê ya Xwendekaran (ÖSYM) Bayram Alî Ersoy, biryara nû ya derbarê îmtîhanên ku li herêma erdhejê tên kirin de eşkere kir.

Ersoy di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan li parêzgehên ku ji ber erdheja navenda Mereşê ya ku di 6ê Sibatê de pêk hat de lêkolîn kirine û wiha got; "Li bajarên Semsûr, Hatay, Mereş û Meletiyê û navçeyên wan, Me biryar da ku em ê ezmûna Tesbîtkirina Namzetên Xwendekarên Leşkerî yên Zanîngeha Parastina Neteweyî MSU, Îmtîhana Zimanên Biyanî ya Saziyên Xwendina Bilind YOKDİL/1, Îmtîhana Zehmetiya Zimanê Biyanî YDS/1 û Îmtîhana Têketinê ya Perwerdehiya Pisporiya Tibê li van bajaran nekin.

Di berdewamîya axavtina xwe de jî Ersoy, wiha got, “Xwendekarên me yên ku li van bajarên ezmûne lê nayên kirin tercîh kiribin, divê tercîhên xwe ji bo bajarên wekê din biguherînin. Ew ê bikaribin ji navendên din wek navenda îmtîhanê tiştên ku dixwazin hilbijêrin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.