NÛÇEYÊN KURDÎ

OTOBÛSA GARDÎYANAN TEQÎYA: KESEK JIYANA XWE JI DEST DA 8 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li Bûrsayê, di otobûsa girtîgehê ku tê de gardîyanan hebûn teqînek pêk hat. Di teqîna ku hê sedema wê nayê zanîn de gardîyanekî girtîgehê jiyana xwe ji dest da û 8 gardîyan jî birîndar bûn.

OTOBÛSA GARDÎYANAN TEQÎYA: KESEK JIYANA XWE JI DEST DA 8 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li Bûrsayê, di otobûsa girtîgehê ku tê de gardîyanan hebûn teqînek pêk hat. Di teqîna ku hê sedema wê nayê zanîn de gardîyanekî girtîgehê jiyana xwe ji dest da û 8 gardîyan jî birîndar bûn. Hat hînbûn ku ji birîndaran çoka yekî şikestîye û kesên li aliyê rastê yên otobusê bi giranî birîndar bûne. Midûrê Emnîyeta Bûrsayê Tacettîn Aslan dîyarkir ku ew bûyer ne qeza ye, êrîşa bombeyî ya li dijî otobûsa girtîgehê ye. Walîyê Bursayê Yakup Canbolat diyarkir ku di otobûsê de nêzî 30 kes hebûn. Canbolat; “Mixabin di encama teqîna teqemeniyeke destçêkirî de gardîyanekê me jiyana xwe ji dest da û yek jê giran 3 birîndarên me hene. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu jî dîyarkir ku lêkolînê di derbarê bûyerê de berdewam dikin.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.