GÜNDEM

OZDEMÎR Ê KÛ LI PIRSÛSÊ HATIBÛ QETILKIRIN HAT BÎRANÎN

Ji bo Veysel Ozdemîr ê ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsa Rihayê di encama êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê de jîyana xwe ji dest da û li Goristana Yenîkoya Amedê hat definkirin, bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Di bîranînê de Parlamentera HDP'ê Dersîm Dag di axaftine xwe de dîyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê yên Kobanê qetil kirin, 33 kesên ku xwestin pêlîstokan ji zarokan re bibin Kobanê jî qetil kirin. Dag axaftina xwe domand; "Tevê ku DAIŞ'ê ev komkujî kiribe jî, li pişt wê hêzên din hene. Bi vê qetlîamê re ji kesên ku bi Kurdan re meşîyan re digotin, ‘hûn li cem kurdan bin, tiştên ku me anîn serê Kurdan em ê bînin serê we jî’. Peyamek wiha dan. Lê em îro li vir mizgîniyê didin 33 ciwanan, Kobanê neket. Em soz didin Şehîdên Pirsûsê û dibêjin ku çawa heta îro me Kobanê parastîye, em ê ji îro û pê ve jî biparêzin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.