NÛÇEYÊN KURDÎ

OZEL Ê CHPYÎ: DIBE KU KILIÇDAROGLÛ SERDANA HDPÊ BIKE

Alîkarê Serokê Koma Meclîsê yê CHP'ê Ozgur Ozel bersiva pirsa "Dibe ku serdana HDP'ê bikin” da. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wek namzedê serokomarîyê yê Tifaqa Milet hat ragihandin.

Kiliçdaroglu vexwendname ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar wergirt û dîyar kir ku nirxandinên wî yên derbarê pêvajoya namzetîyê dewam dikin.

Sancar wiha got, "Di civakê de xwestekeke mezin a guhertinê heye. Serkeftin ji bo namzetîya Birêz Kiliçdaroglû, em li benda serdana wî ne ku li navenda xwe bi wî re biaxivin."

Alîkarê Serokê Koma Meclîsê yê CHP'ê Ozgur Ozelê ku beşdarê weşana Haberturkê bû, li ser pirsa "serdana HDP'ê mumkun e gelo" wiha got; “Em ji bo pîrozkirina Mîthat Sancar spas dikin, ev pir bi qîmet e. Namzetê serokomarîyê dikare serdana hemû partîyên sîyasî bike. Ew berpirsîyar e ku serdana hemû partîyên sîyasî bike, bi wan re bicive û dîyar bike ku ew ê çawa Tirkîyê birêve bibe."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.