NÛÇEYÊN KURDÎ

OZGUNEŞ DER BARÊ AVÊTINA GULEYÊ DE GILÎYÊ SÛCÊ KIR

Wekîl Ozgûneş, der barê avêtina guleyê de li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê gilîyê sûcê kir.

OZGUNEŞ DER BARÊ AVÊTINA GULEYÊ DE GILÎYÊ SÛCÊ KIR

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera tayînkirina qeyûmê li şaredariya navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 29'ê Cotmehê de li ber avahiya partiyê daxuyanî da û di encamê de guleya çekê avêtin ser wekîlê HDPê Hasan Ozguneş.

Wekîl Ozgûneş, der barê avêtina guleyê de li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê gilîyê sûcê kir. Piştî serlêdana sûc Ozgûneş bi endamên partiya xwe re li ber edliyeyê daxuyanî da.

Ozguneş diyar kir ku gule ji aliyê polêsan ve hatiye avêtin û wiha got: “Em vê yekê ji bo hemû endamên partiya xwe weke hişyariyê dinirxînin. Ji ber vê yekê me derbarê vê de gilîyê sûcê kir. Em dixwazin ku were lêkolînkirin û were zanîn ku bê kê bi kîjan meqsedê avêtiye. Em ji vê yekê gazinan dikin û em ê vê mijarê bişopînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.