NÛÇEYÊN KURDÎ

OZVAR: JI BO RAKIRINA EZMÛNA ZANÎNGEHÊ AMADEHÎYÊN ME TUNE YE

Piştê betalkirina ezmûnên zanîngehan ket rojevê, Serokê Lijneya Xwendina Bilind (YOK) Prof. Dr. Erol Ozvar, di daxuyanîya xwe de got ku "Derbarê mijarê de tu amadehîyên me tune ye.”

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, di axaftina xwe de bi gotina "Rojên ku em ê ezmûnên zanîngehê betal bikin ne dûr in" dîsa mijara betalkirina îmtîhanan anîbû rojevê.

Serokê Giştî yê YOKê Ozvar derbarê nîqaşên "rakirina ezmûna zanîngehê" de daxuyanî da û got, "Niha tu amadekarîyên me tune ye. Heke Serokkomarê me talîmatekê bide em dikarin li ser vê mijarê bixebitin û em dikarin li ser ezmûnan lêkolînên alternatîf bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.