GÜNDEM

PÊŞÎ BI ÇEK BERA HEVALA XWE DA Û PIŞTRE BERA SERÊ XWE DA

Ciwanê ku li Amedê bi çek pêşî bera serê hevala xwe û piştre jî bera serê xwe da, jîyana xwe ji dest da.

PÊŞÎ BI ÇEK BERA HEVALA XWE DA Û PIŞTRE BERA SERÊ XWE DA

 

Ciwanê ku li Amedê bi çek pêşî bera serê hevala xwe û piştre jî bera serê xwe da, jîyana xwe ji dest da.

 

Bûyer danê nîvro li gundê Karinca yê rêya derdor a Amedê pêk hat. Welatîyekî ku xwest rê bipirse bû şahidê bûyerê.

 

Li gorê îdiaya welatîyên şahidê bûyerê, Veysî Çîçek (25) dema bi hevala xwe Dîlan Kanak (25) re nîqaş dikir, bi çeka ku pêre bû, pêşî li hevala xwe, piştre jî bera serê xwe da.

 

Veysî Çîçek ê ku ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyên bajêr, tevê hemû midaxaleyan jîyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku xetereya jîyana Dîlan Kanak didome. Polêsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.