NÛÇEYÊN KURDÎ

PÊŞNÛMEYA CEMEVÎYAN Û QEZAYÊN MADENÊ LI MECLISÊ HAT QEBÛLKIRIN

Pêşnûmeya qanûnê ya ku tê de ji bo guhertina statuya cemevîyan û ji bo xizmên kesên di qezayên madenê de jiyana xwe ji dest dane re tezmînat û destek bê dayîn, li Lijneya Giştî ya Meclisê hat qebûlkirin.

PÊŞNÛMEYA CEMEVÎYAN Û QEZAYÊN MADENÊ LI MECLISÊ HAT QEBÛLKIRIN

Pêşnûmeya qanûnê ya ku tê de ji bo guhertina statuya cemevîyan û ji bo xizmên kesên di qezayên madenê de jiyana xwe ji dest dane re tezmînat û destek bê dayîn, li Lijneya Giştî ya Meclisê hat qebûlkirin. Li Meclîsê Qanûna Pêvajoya Bacê ya 25 xalî ya AKPê û Pêşniyara Guhertina Hin Qanûnan hat qebûlkirin. Di dengdana vekirî de ji 415 parlementeran 242 parlementeran dengê erê, 173 parlementeran jî li dijî “qanûna torbeyê” derketin. Bi "qanûna torbe" ya pejirandî re, şaredarî di dema çêkirina plansaziyên xwe de, wê bikaribin ji bo Cemevîyê cîh veqetînin. Her wiha wê bikaribin înşaet, temîrkirin û hemû xebatê wan ên madî birêvebibe. Di Qanûnê de pakêta piştgiriyê ya ji bo xizmên karkerên madenê yên di qezaya madenê de jiyana xwe ji dest dane jî di nav xalên li rêziknameyê de hat zêdekirin. Li gorî vê; Deynên karkerê madenê ku di encama qezaya kar de di xebatên komir û madenê de jiyana xwe ji dest da, wê bê rakirin û wê her meh mûçe ji wan re bê dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.