NÛÇEYÊN KURDÎ

PÊŞNÛMEYA KU 17,6 MILYAR DOLAR ALÎKARÎYA BIDA ÎSRAÎLÊ HAT REDKIRIN

Pêşnûmeya ku ji hêla Meclîsa Nûneran a Amrîkayê ve hatibû amadekirin û tê de 17,6 milyar dolar piştgirî ji Îsraîlê re hatibû pêşbînîkirin, ji ber ku "tenê alîkarîya Îsraîlê" dihat pêşbînîkirin û mijarên din ên sîyaseta navxweyî û derve bi taybetî Ukraynayê li ber çavan negirtin, hat redkirin.

PÊŞNÛMEYA KU 17,6 MILYAR DOLAR ALÎKARÎYA BIDA ÎSRAÎLÊ HAT REDKIRIN

 

Di dengdana ku li Meclîsa Nûneran hat kirin de 250 dengên erê û 180 jî li dijî pêşnûmeyê hatin dayîn. Balkêşe ku ji bilî 166 endamên Demokrat ên Meclîsa Nûneran dengê nexêr daye, 14 endamên Komarî jî li dijî pêşnûmaya ku piştgirîya zêde dide Îsraîlê derketin.

Ji ber vê yekê, li Meclîsa Nûneran ku piştgirîyek pir zêde ji bo Îsraîl tê dayîn, her çend pêşnûme gihîştibe 250 dengên erê, lê ji 2/3 pirranîya ku ji bo pejirandina wê pêwîst bû kêm bû, hate red kirin.

 

 

 

 

 

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.