NÛÇEYÊN KURDÎ

PÊŞNÛMEYA LEŞKERÎ YA BI PERE JI TBMM'Ê RE HAT DAYÎN

Hûrgulîyên "efûya leşkerî ya bi pere" ku bi sed hezaran kes li benda wê ne, hatin eşkerekirin.

PÊŞNÛMEYA LEŞKERÎ YA BI PERE JI TBMM'Ê RE HAT DAYÎN

Hûrgulîyên "efûya leşkerî ya bi pere" ku bi sed hezaran kes li benda wê ne, hatin eşkerekirin.

"Pêşnûmeya Qanûna Guhertina Qanûna Cezayên Leşkerî û Hin Qanûnan" pêşkêşê Serokatîya TBMM’ê hat kirin. Bi vê qanûnê kesên ku ji leşkerîyê revîyane yan jî di wextê xwe de leşkerîyê nekirine wê karibin ji efûyê sûd werbigirin. Li gor pêşnûmeyê, kesên ku wê ji efûyê sûd werbigirin, ji bo her salek ku neçûne leşkerîyê, divê pereyên zêde bidin. Biha ji bo salekê niha 9 hezar û 418 TL hat diyarkirin lê hat ragihandin ku wê her 6 mehan carek zêde bibe. Heqê leşkerîyê yê ku tê dayîn, niha 56 hezar û 506,80 TL ye. Ji vê pêşnûmeyê wê qasê 550 hezar kes sûd webigire.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.