NÛÇEYÊN KURDÎ

PANKARTA MAHSA EMÎNÎ LI SÛRÊN AMEDÊ HATE DALIQANDIN

Jinên Amedî pankarta ku li ser wêneya Mahsa Emînî hatibû nexşandin li ser Sûrên Amedê daliqandin.

PANKARTA MAHSA EMÎNÎ LI SÛRÊN AMEDÊ HATE DALIQANDIN

Jinên Amedî pankarta ku li ser wêneya Mahsa Emînî hatibû nexşandin li ser Sûrên Amedê daliqandin.

Meclîsa Jinên Amedê ya Partîya Demokratîk a Gelan û endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Derîyê Mêrdînê ya li Sûrên Amedê pankarta ku wêneyê Mahsa Emînî lê heye daliqandin. Hat dîyarkirin ku berîya daxuyanîyê polêsan bi hinceta daliqandina pankartê wê zirarê bide avahîyên dîrokî xwestine wan asteng bikin lê jinan wek bersiv pankartên ji alîyê qeyûmê ve hatine daliqandin nîşanê polêsan dan û nerazîbûn nîşanê vê rewşê dan. Hevseroka Bajêr a Amedê ya HDP’ê Gulîstan Atasoy dema daliqandina pankartê de daxuyanî da wiha got: “Em ji bo parastina jîyanê ya li dijî sîstema erka mêran û rejîma meleyan, piştgirî didin ew jinên berxêder hatin gel hev.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.