NÛÇEYÊN KURDÎ

PARLAMENTERÊ ÎYÎ PARTÎYÊ ARSLAN JI PARTÎYA XWE ÎSTIFA KIR

Parlamenterê Enqereyê Yuksel Arslan piştê ku Seroka ÎYÎ Partîyê Meral Akşener ragihand ku di hilbijartinên herêmî de bi CHPê re tifaqê nakin, ji partîya xwe îstifa kir.

PARLAMENTERÊ ÎYÎ PARTÎYÊ ARSLAN JI PARTÎYA XWE ÎSTIFA KIR

 

Parlamenterê ÎYÎ Partîyê yê Enqereyê Yuksel Arslan ji partîya xwe îstifa kir û dîyar kir ku divê di hilbijartinên herêmî de destekê bidin Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş.

Nebî Hatîpoglu kesê yekemîn bû ku ji ÎYÎ Partîyê îstifa kir, Ayşe Sîbel Yanîkomeroglu, Adnan Beker, Salim Ensarîoglu û Yuksel Arslan di demên paş de îstifa kirin.

Wekîlê din ê ÎYÎ Partîyê Ûmît Dîkbayir ji partîya xwe hatibû îxrackirin. Bi van îstifa û îxrackirinê re hejmara parlementerên ÎYÎ Partîyê ku di destpêka sala qanûnî de 44 bû, daket 38an.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.