NÛÇEYÊN KURDÎ

PARLEMENTOYA ELMANYAYÊ “QANÛNA KOÇBERÎYÊ YA NÛ” PEJIRAND

Parlamentoya Almanyayê qanûna nû ya koçberîyê ya ku ev demek dirêj tê niqaşkirin pejirand, ku tê hêvîkirin kêmbûna karkeran a welat çareser bike.

PARLEMENTOYA ELMANYAYÊ “QANÛNA KOÇBERÎYÊ YA NÛ” PEJIRAND

Parlamentoya Almanyayê qanûna nû ya koçberîyê ya ku ev demek dirêj tê niqaşkirin pejirand, ku tê hêvîkirin kêmbûna karkeran a welat çareser bike.

Qanûna ku ji alîyê Partîya Sosyal Demokrat, Partîya Demokrat a Azad û Keskan ve tê parastin, 388 dengên erê, 234 parlamenteran jî li dijî wê deng dan û 31 parlementer jî bêalî man.

Bi qanûna nû re, ji bo karkerên bikêrhatî îmkan heye ji bilî pîşeyê xwe jî kar û xebatê bike.

Bi qebûlkirina qanûnê re mafên nû ji bo penaxwazên ku prosedurên wan hîna li Almanyayê berdewam dikin hatin dayîn.

Li gorî vê yekê, koçberên 'nepispor' wê bibin xwedî derfet ku dest bi perwerdehîya xwe ya pîşeyî bikin.

Lêbelê, ev yek wê tenê ji bo penaberên berîya niha hatine derbasdar be. Ji bo ku ji teşwîqên xelet re bergî venebe û  koçberîya derqanûnî çênebe wê ev qanûn ji bo koçberên nû ne derbasdar be.

Li gor qanûnê, tenê kesên ku di 29ê Adara 2023an de îltîca kirine wê ji vê derfetê sûd werbigirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.