GÜNDEM

PARTÎYÊN SÎYASÎ BERSIV DA DAXUYANÎYA ERDOGAN A “HELALKIRINÊ”

HDP, TÎP, CHP û partîya DEVAyê bertek nîşanê daxwaza helalkirinê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ku ji gelê Semsûrê kiribû dan.

PARTÎYÊN SÎYASÎ BERSIV DA DAXUYANÎYA ERDOGAN A “HELALKIRINÊ”

HDP, TÎP, CHP û partîya DEVAyê bertek nîşanê daxwaza helalkirinê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ku ji gelê Semsûrê kiribû dan.

Di daxuyanîya ku ji alîyê Erdogan ve li Semsûrê hat dayîn de wiha hat gotin: “Ji ber bandora erdhêjê û şert û mercên hewayê di rojên ewil de, me nikarîbû li Semsûrê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li gor dilê xwe bidaya dest pê kirin. Ji ber vê yekê ez ji we dixwazim ku hûn me helal bikin.” Partîyên siyasî bertek nîşanê daxwaza helal kirinê dan. Di parvekirina li ser hesabê medyaya civakî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de wiha hat gotin: "Ji kesên ku baca erdhêjê xerab bikar tînin, ji kesên ku bi milyonan pere ji lobîyên înşaetê re diherikîn, ji kesên Afad û Heyva Sor xerab bikartîne û ji kesên efûya îmarê derxistine em heqê xwe lê helal nakin. Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: “Birêz Erdogan, divê hûn ne ji kesên sax filitîne, pêwîste hûn ji kesên ji ber îhmal û xemsarîya we jiyana xwe ji dest daye helalîyê bixwazin. Hûn nikarin tenê bi daxwaza helalîye ji berpirsyarîyê xelas bibin.” Her wiha Babacan di daxuyanîya xwe de wiha pirsî, “Di 48 demjimêrên destpêka erhêjê de çend kesan ji ber derengmayînê jîyana xwe ji dest dane?” Di parvekirina li ser hesabê medyaya civakî ya Partîya Karkerên Tirkîyeyê (TÎP) de jî îfadeyên "Em ê helal nekin, em ê hesap jê bipirsin" hatin bikaranîn. Şêwirmendê Serokê Giştî yê CHPê û Parlementerê Îzmirê Tuncay Ozkan jî di daxuyanîya xwe de wiha got: “Erdogan ji kesên alîkarî dixwest re gelek caran heqaret dikir, 22 roj şûnde qebûl kir ku li Semsûrê xeletî kirîye û helalî xwestîye. Wer xuyaye ku hinekan dîsa wî xapandîye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.